Mamostayên Kurdistan û Îranê daxwaza azadkirina Yasir Emînî Azer dikin

20:44 - 16 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Mamostayên Kurdistan û Îranê di nameyeke ser wekirî de bo Parêzgarê Urmiyê, daxwaza azadkirina demldest a Yasir Emînî Azer kirin.

Di vê nameya serwekirî de hatiye: Mixabin, karên berpirsan bi cihê pêr gihîştin bi daxwazkariyên mamostayan û guhdan bi dengê mafxwazane yê wan, bûye sedema berçav negirtina pirsgirêkan. Herwisa destavêtin bi rewşên neyasayî mîna tirsandin, dûrxistin, bandor ser danîn û girtin û desteserkirin, netenê ku pirsgirêkên serekî çareser nakin belku pirsgirêkên vê qata zehmetkêş û dilşevitî, dûhemberkirine.

Herwisa dibin sedema peydabûna rewşa xiraba perwerde û hînkirinê, di tevahiya aliyên jiyana kesan û civakî de.

Imzekerên wê namê, ragihandine: em wek mamosta, daxwaza demûdest û bê merca hevkarê xwe, Yasir Emînî Azer û gişt xebatkarên sinfî dikin.

Imze kerên vê nameya serwekirî ku gelemper 234 kesin ji bajarên wekî, Mehabad, Şino, Pîranşar, Sine, Dêwlan, Kamyaran, Ciwanro, Merîwan, Kirmaşan, Bokan, Seqiz, Qurwe, Tehran, Kerec, Yezd, Loristan, Qezvîn, Qum, Xuremava û çend bajarên din yên Kurdistan û Îranê bûn.