Mamostayekî Kurd bo girtîgeha bajara Urmiyê hate veguhastin

19:16 - 4 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Mamostayekî Kurdê xelkê bajarê Urmiyê, piştî bidawîbûna likolînê, ev bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 12`ê Reşemeh(3`Adar)`ê mamostayekî Kurd yê bi navê “Peyman Neqşbendî” piştî bidawîbûna likolînê di girtîgeha îdareya îtila`atê, ev bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê, hate veguhastin.

Ew mamostayî Kurd, roja Çarşemî 8`ê Reşemeh(27`ê Şibat 2019`an)`ê, bi tawana “Piropagende lidijî nizam û xwindina helbestên siyasî di nav polên xwendinê” de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Ew mamostayî Kurd, li gundê “Reşekan” a girêdayî bajarê Urmiyê, mijûlê mamosteyî ye.