Lîstikvanekî Îranî “Nexla zêrîn” a festîvala “Kan”ê wergirt

22:44 - 23 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Di 69.mîn dewra festival “Kan” de, “Kan Loch” xelata fîlma herî baş wergirt, û Esxer Ferhadî jî xelata fîlmnameya herî baş, û Şehab Husênî jî xelata lîstikvanê herî baş wergirt.

Şehab Husênî seba lîstina di fîlma “Firûşendê” (firoşyar) de, karî ku xelata lîstikvanê herî baş bi dest bixe. Wî piştî wergirtina xelatê got: “Piştgiriya xelkê sedema sereke ya wergirtina vê xelatê ye, lewra ezê pêşkêşî wan bikim”.

Herwisa Esxer Ferhadî jî xelata baştirîn fîlmnameya “Kan” wergirt, û piştî wergirtina xelatê got: “Fîlmên min fîlmên kêfxweşiyê nînin, lê ez kêfxweş im, ku dikarim bi xelatên xwe, xelkê Îranê yan aliyê kêm beşek ji wan kêfxweş bikim”.

Piştî wergirtina xelatan, her du wergirên xelatê, konferanseke çapemeniyê lidarxistin, û bersiva pirsên nûçegihanan dan.

Hêjayî basê ye ku vê carê di festîvala “Kan” de bûyerekî taybetî rû da, ku ew jî amadebûna fermandarên pêşmerge di vê festîvalê de bû, ku bona mêzekirina fîlma “pêşmerge” çûbûne wir, û bi beşdariya xwe kelecaneke taybetî di dilê beşdaran de çêkirin.