Li Kurdistanê mamosta lipey daxwazkariyên xwe ne

22:15 - 2 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Mamostayên bajarên Kurdistan li pêş deriyê îdareya Perwerde û Hînkirinê civiyan û nerazîbûna nîşan dan.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine Ajanas Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêşnçemî 12`ê Banemer(1`ê Gulan)ê, mamostayên bajarên wekî,Urmiye, Mehabad, Dîwandere, Seqiz, Zîve, Sine,Kamyaran û Kirmanşanê, li pêş deriyê îdareya Perwerde û Hînkirinê civînên nerazîbûnê lidarxistin, û derheq cîbicînebûna daxwaziyên xwe tekez kirin.

Ev civînên nerazîbûnê li ser bangeşeya Şêvra Hevahengkirinê ya saziyên sênfî yên mamostayên Îranê hatibû lidarxistin.

Mamostayan li Kurdistanê sedema lidarxistina civînên nerazîbûnê bidoreçûna zanistî ya Perwerde û Hînkirinê, ûbirêvebirina îdaleta perwerdehî, ne bo bi taybetîkirina dibistan û, guhnedana bi perwedehiya bê beramber, guh nedan bi detbistanên kevin, birêvenebirina xalên Yasaya bingehîn ya derheq perwerde û hînkirinê û … hwd, dane zanîn.

Di heyama rojên 12, 13 û 14`ê Reşemeha sala 1397`an, jî mamostayên Kurd li ser bangeşeya Şêvra Hevahengkirina saziyên sênfî yên mamostayên Îranê, bi amadebûna li ofîsên debistanan de lê, li çûna bo ser polên desrê xwe parastin.

Mamostayên girevgirtî daxwaza cîbicîkirina daxwazkariyên xwe yên ku bas kirine ji aliyê Şêvra Hevahengkirina saziyên sênfî yên mamostayên Îranê kirine.

Herwisa di heyama rojên 22 û 23`ê Rezberê û 22 û 23`ê Xezelwera sala 1397`an mamostayan nerazîbûna xwe li hemberî cîbicînebûna daxwazkariyên van li ser bangeşeya Şêvra Hevahengkirinê ya saziyên sênfî yên mamostayan dest avêtine bi girevê.