Li girtîgeha Meraxê girtiyek hate bidarvekirin

15:51 - 6 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî xelkê bajarê Neqedê li girtîgeha bajarê Meraxê hate bidarvekirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 14`ê Banemerê giritiyê Kurd yê bi navê Şahîn Semedî temen 34 salî û xelkê bajarê Neqedê, li giritîgeha bajarê Meraxê hate bidarvekirin.

Ev girtiya li sala 1394`an li girtîgeha Meraxê bi tawana kuştina bizanembûn ji aliyê dadgeha qezay ya hikûmeta Îranê, cezaya bidarevkirnê bo hatibû birîn.

Malbat wî giritiyê Kurd nekarîbûn rizamendiya malbata kesê hatî kuştin bidestvebînin û navbirî bi tawana kuştina bizanebûna welatiyê bi navê Hamid Rizaiy xelkê bajarê Meraxê hatibû cezakirin.

Her di vê pêwediyê de, saziya mafê mirov li Îranê,di nûçeyekê de îlankiriye ku, “Roja Şemî 7`ê Banemerê girtiyê bi navê Şayan Êbrahîmî temen 21 salî li giritîgeha navendî ya Kirmaşanê jî ahtiye bidarvekirin.

Ev girtiya jî bi tawana kuştina bizanebûn cezaya bidarvekirinê bo hatibû birîn.