Li giritîgeha Navendî a Sine, jinek hate bidarvekirin

10:18 - 26 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Cezaya bidarvekirina jina hepsî, li girtîgeha Navendî a Sine ji aliyê berprisên wê giritîgehê ve birêve çû.

Li gor agahiyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, sibezoya Îro Pêncşemî 26`ê Îlonê, jina hepsî ya bi navê Leyla Zerefşan, piştî derbazkirina heyama 5 salan di girtîgeha Navendî a Sine, hate bidarvekirin.

Ev jina girtî, li roja Çarşemî bo birêvebirina cezaya wê, ew bo odeya takekesî a girtîgeha Sine veguhastibûn.

Leyla Zerefşan, bi tohmeta kuştina bizanebûn, ji aliyê dezgeha dadweriyê ya hikûmeta Îranê, cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, hewldanên bo vergirtina rizamendiya malbata xwediyê kesê hatî kuştin, bê encam ma.