Li Dehgulanê çalakvanekî jîngehparêziyê hate desteserkirin

16:13 - 29 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Li Dehgulanê hêzên ewlehiyê çalakvanekî jîngehparêziyê desteser kirin.

Li gor agahiyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê,  êvariya roja Şemî 28`ê Êlûnê çalakvanê medenî û jîngehparêziyê  Kurd ê bi navê Sîrwan Rehîmî, xelkê bajarê Dehgulanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate desteserkirin.

Desteser kirina wî çalakvanê jîngehparêziyê bi bê hebûna destûra dadgehê bûye, û  piştî desteserkirina navbirî ev bo cihegî nediyar veguhastine.

 Heya belavbûna vê nûçeyê derheq sedema desteserkirina wî çalakvanê Kurd tu zaniyariyek ber dest nîne.