Li bajarê Seqizê hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

21:20 - 20 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê, hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê desteserkirin û ev bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Anjansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama rojên borî de hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Aram Behramî” temen 30 salî û xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Hêzên îtila`atê piştî êrîşkirina bo ser mala wî hevwelatiyê Kurd, û bi bê hebûna destûra dadgehê ,û herwisa bi bê sebebeke zelal ev desteserkirine, û tu zanyariyek derheq çarenivîsa wî hevwelatiyê Kurd ber dest nîne.

Piştî desteserkirinê, ev bo cihekî nediyar veguhastine, û Heya niha şopandin û pêdagîriyên malbata wî hevwelatiyê Kurd, bo agehdarbûna derheq çarenivîsa kurê xwe, bê encam bûye.

Heya belavbûna vê nûçeyê, tu zanyariyek derheq çarenivîsa wî hevwelatiyê Kurd ber dest nînin.

Aram Behramî xîzandare.