Li bajarê Pêranşarê hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

21:16 - 13 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Îtla`ata Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, desteserkir, û ev bo cihekî nediyar veguhastiye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 18`ê Reşemeh(12`ê Adar)ê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê Ebdulselam Husêynî û temen 29 salî û kurê Perwîz, li şehreka Ferhengiyan a ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran, hatiye destesertkirin.

Hêzên îtila`atê bi bê radestkirina destûra dadgehê ev hevwelatiyê Kurd desteserkrine û heya niha bidorçûna malbata wî hevwelatiyê Kurd, bo zelalkirina çarenivîsa navbirî bê encam bûye.

Heya belavbûna vê nûçeyê, ji çarenivîs û sedema desteserkirin wî hevwelatiyê Kurd, tu zanyariyek bedrest nine.

Her di vê pêwendiyê de, du hevwelatiyên din yên Kurd yên bi navên, Qadir Mihemedpûr, temen 28 salî û Êzet Mehmûdî temen 39 salî, û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, hatine desteserkirin.