Li bajarê Bane bi sedema arîşeyên malbatî keçikekê dawî bi jiyana xwe anî

20:40 - 10 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Keçika Kurd ya xelkê bajarê Bane bi sedema arîşeyên malbatî dest bi xwe kujiyê da.

Li gorî nûçeyên gihîştinî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 15`ê Cozerdana 1398`an, keçika temen kêm ya bi navê Soma Xizrî, keça Mihemed û xelkê gundê Kîvle a girêdayî bajarê Bane bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Ev keçika temen kêm bi xwarina hebên Birnic dawî bi jiyana xwe aniye.

Diyardeya xwedkujiyê di Îranê de, bi sedemên coda yên wekî, arîşeyên malbatî, evîndarî û hezkirin, û herwisa arîşeyên din yên wekî namûsî, nerhetbûn û givaşên derûnî, Êstirês, derneçûn li ezmûnên dersê, destengî û betalî diqewme, û ev diyardeya zêdetir dinav mirovên temen 15 heya 35 salî rû dide.

Xwe bidarvekirin yek jî berçavtirîn rêyên xwekujiyê li Îranê di nav mêran de ye, piştî vê xwarina dermanên jehrî û jehr bixwe, û herwisa bi karanîna çekê, herwisa di vê navberê de di nav jinan de, zêdetir bi xwerina dermanên jehrî û jehr bixwe, û agir berdana cendekên xwe, berçavtirîn rêyên xwekujiyê tê hesibandin.