Lêxistina li zarokan di xwendingehan de li Îranê de gellek zêde bûye

14:19 - 27 Kanûna Paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Di sala 93 û 94’an de, 2 hezar gilîname seba lêxistina zarokan di xwendingehên Îranê de, hatine tomarkirin.

Rêveberê giştî yê Wezareta perwerde ya Îranê di derheq gilî û gazindeyên seba lêdana ji zarok û xwendekaran di dibistanên Îranê de ragihand ku, di du salên derbazbûyî de, hezar û 924 gilîname hatine tomarkirin ku ji wan hizar û 274 li ser heq bûne.

Li gor nûçeyên belavbûyê, di dibistanan de bê tu hicetek xwendekar rastî lêdanê tên, û ev yeke jî dibe sebeba nerazîbûyîna û tirsa malbatên xwendekaran, û ji ber vê yekê li Îranê malbat nahêlin ku zarokên wan herin dibistanê.

Hêjayî basêye ku, di gellek dibistanan de, bi sedema nedana pereyên ku ji aliyê mamoste û xwendingehan ve tên xwestin, û herweha ji ber famnekirina xwendekaran ji waneyên dersê, mamoste ji xwendekaran dixe û xwendekar tên cezakirin.

Eva di demekî de ye ku, amara ku di salên 93 û 94’an de hatine tomar kirin, û herweha lêdanên ku ji aliyê malbatên xwendekaran ve hatine eşkerekirin, vê yekê diselimîne ku, rêjeya lêxistina ji zarokan di xwendingehên Îranê de gellek zêdetir e ji rêjeya diyarîkirî, û gelek keysên lêxistinê hene ku nahên eşkere kirin û veşartî dimînin.

Malbatên xwendekaran, ji ber wan kiryarên mamosteyan nerazîbûnên xwe anîne ziman û gilîname tomar kirine, lê berpirsên perwerdeyê heyanî niha di derheqê wan gilî û gazindeyan tu pêngavek micd ne avêtine.