Lêborîna Navnetewî daxwaza sekinandina cezaya îdama 2 nûciwanan di Îranê de kir

15:01 - 19 Nîsan 2017
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina Lêborîna Navnetewî di daxûyaniyekî de daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê kir ku, îdamkirina “Mêhdî Bêhlûlî” û “Pêyman Berendah” bide sekinandin.

Daxûyanî daxwazê dike ku, gerek cezaya îdamkirina Mêhdî Bêhlûlî ku qirar bû îro Çarşemî 19’ê Nîsana 2017’an, û Pêyman Berendah di 3 heftiyên din de bêne bidarvekirin, bidene sekinandin, lê heya belavbûnê vê nûçeyê, tu zaniyariyek nehatine belavkirin ka gelo îro serê sibê Mêhdî Bêhlûlî hatiye bidarvekirin an ne.

Rêkxistina Lêborîna Navnetewî di daxûyaniya xwe de dibêje, Mêhdî Bêhlûlî piştî ku bi cezaya îdamê hatiye mehkûmkirin, heyamê 15 salane ku di girtîgehê de hebs e, lê niha pêwendî bi malbata navhatî hatiye kirin ku, hûn dikarin bo cara dawiyê bên girtîgehê û zarokê xwe bibînin.

Di beşek din a daxûyaniyê de hatiye ku, Mêhdî Bêhlûlî di edama encamdana tawana xwe de 17 salî û Pêyman Berendah 16 salî bûye.

Yek ji birêveberên Rêkxistina Lêborîna Navnetewî tekezê dike ku, îdamkirina wan du nûciwanan binpêkirina eşkere ya yasayên navnetewî ye, û Îranê her weke Yekemîn welat di cîhanê de, ku îdamên herî zêde têde tê encamdan, nîşan dide.

Îran yek ji wan welatane ku serbarê zêdebûna rêjeya îdamê, zarok û nûciwanan jî îdam dike.