Kurdistan xwe ji bo Newroza Xakîpûşan (kincgewran) amade dike

21:12 - 15 Adar 2018
Ajansa Kurdpa: Çalakvanên medenî û siyasî yên Kurdistanê, kempêynek ji bo baş birêveçûna newroza îsal di Rojhilata Kurdistanê de lidar xistine.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, çalakvanên medenî û siyasî yên Kurdistanê bi lidarxistina kempêyna li jêr navê “Newroza Xakîpûşan” (newroza kincgewran) daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirine da ku bi lixwekirina kincên Kurdî yên bi rengê gewir, digel Cemedanî (axabanî) û ewriyê, di rêûresma cejna newrozê de beşdar bin.

Çalakvanên Kurd, ev kempêyna ji bo bihêzkirina xebata medenî di Kurdistanê de, û yekîtiya giştî a civakê lidar xistine.

Çalakvanên medenî û siyasî yên Kurdistanê, ji bo rêzgiritin ji hêza pêşmerge ev kempêyna bi navê “Newroza Xakîpûşan” (kincgewran) bi nav kirine, û ragehandine ku: Pêşmerge ew kes e ku, hemû giraniya xebatê li ser milên wan bûye, di rastiyê de wan barê giran yê Kurdbûnê hemû demî hilgirtine.

Ew dibêjin ku: Heyanî niha jî Xakîpûşan (kincgewran) mezintrîn nirx û buhayên neteweya me hilgirtine, ji ber ku ew bi kincên xwe yên gewr, nîşanek in ji neteweyeke aware ku li pey aramî û ewlehiya xakê de digerin.
Ew kempêyna digel pêşwaziyeke berfireh a kesên ku torên civakî bikar tînin berbirû bûye, û ew bi heşteka Newroza Xakîpûşan(# نەورۆز_خاکیپۆشەکان) piştevaniya xwe ji vê kempênê nîşan dane.

Herwisa di sala derbazbûyî de çalakvanên medenî û siyasî yên Kurdistanê, kempêynek li jêr navê “Newroza Camane” lidar xistibûn ku digel pêşwaziyeke berfireh a xelkê berbirû bibû, û hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê jî ji ber pêşwaziya bêhempa ya xelkê Kurdistanê ji “Newroza Camane” dijkiryar nîşan dan.