Kolberên Kurd bênavber tên kuştin

20:46 - 14 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd bi sebeba gullerşandina rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê canê xwe jidest da.

Li gorî raporên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 25`ê Xakelêweyê (14`ê Nîsanê) komek ji kolberên Kurd li ser sînorê “Sefaiyê” a ser bi bajarê Xoyê rastî gullereşandina resterast a hêzên Spaha Pasdarn hatin û di encamê de kolberê Kurd yê bi navê “Behmen Roşenî” temen 24 salî û kurê Beyat xelkê gundê “Bilsura xwarê a girêdayî devera Elend a Xoyê canê xwe jidest da.

Hêzên Spaha Pasdaran ev kolberê Kurd bi armanca hilgirtina tiştên qaçax dabûne ber gulleyan, lê di vê demê de ev kolberê Kurd tu tiştek digel de nebûye.

Hêzên Spaha Pasdaran, bi bê berçavgiritina xalên yasayî yên derheq bi kar anîna çekê, ev kolberê Kurd kirine armanca gulleyên xwe.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên derbazbûyî de, kolbereke din yê Kurd yê bi navê “Bêhroz Çetuzade” xelkê gundê Ture” a girêdaiy devera Elend a ser bi bajarê Xoyê, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Xoyê cane xwe jidest dabû.