Kolberekî Serdeştî di nav avê de xendiqî

20:42 - 15 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd xelkê bajarê Serdeştê di dema kolberiyê de, di nav rûbarê gundê Zelê de xendiqî.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Duşemiyê kolberekî Kurd bi navê Usman Remezanî xelkê gundê Dawûdabad a Serdeştê, di nava rûbarê Zelê de xendiqî û canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de, bi sedema zorbûna ava rûbar tûşî vê bûyerê bûye.

Şeva Sêşemiyê 4`ê Befranbarê jî kolberekî Kurd bi navê Yasîn Rehîmî kurê Nasir xelkê gundê Bilesen a ser bi bajarê Bane di nava avê de xendiqî.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de dikeve nav ava rûbarê Zelê û dixendiqe.