Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

19:53 - 1 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê “Serwabad”ê di dema kolberiyê de ji bilindahiya “gerdena “Te Te” berbû û bi awayekî giran birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 9`ê Xermananê kolberê Kurd yê bi navê “Es`ed Ferecî” xelkê gundê “Baram abad” a girêdayî bajarê “Serwabad”ê, ji bilindahiyên “Te Te” a Hewramanê berbû û bi giranî birîndar bûye.

Ev kolberê Kurd xêzandare û ji ber berbûna ji bilindahiyê bi awayekî giran birîndar bûye û navbirî ji bo çareseriyên pizîşkî ji bo navenda Tendrûstiyê ya bajarê Sine hatiye veguhastin.

Pîzişkan rewşa giştî a wî kolberê Kurd nebaş ragehandine.

Ev kolberê Kurd, ji tirsa teqekirina hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, ew riya dijwar û metirsîdar ji bo kolberiyê hilbijartibû û lê ji ber berbûn ji bilindahiyê jî, tûşî vê bûyera dilgiran hat.

Dewleta “Hesen Rohanî” serkomarê Îranê, çendîn caran derheqê rêkxistia kolberan û çareskirina pirsgirêkên ku ji bo kolberan têne pêş axavîne, lê heya niha tu encamek di vê derheqê de nehatiye xuya kirin.