Kolberekî Kurd ji bilindahiya çiyayê “Tete” a ser bi bajarê Hewramanê kevte xwarê

20:11 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Hewramanê ji bilindahiya çiyayê “Tete” a girêdayî bajarê Hewremanê kevte xwarê û birîndar bû.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî, 8`ê Gelawêjê, Kolberekî Kurd ê bi navê “Elî Behramî” ê xelkê Hewramanê, ji bilindahiya çiyayê “Tete” de kete xwarê û bi dijwarî birîndar bû.

Ev Kolberî Kurd di dema Kolberî kirinê de rastî wê bûyarê hatiye û bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Pawê hate veguhastine.

Duktorên nexweşxanê rewşa tendirûstiya wî nebaş ragihandine.