Kolberekî Kurd bi sedema berbûn li bilindahiyê canê xwe ji dest da

21:02 - 12 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd bi sedema berbûn li bilindahiya çiyayê “Te Te”, canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 20`ê Reşemeh(11`ê Adar)`ê, kolberê Kurd yê bi navê “Efşar Seyadîniyaz” temen 16 salî û xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema berbûn li bilindahiya çiyayê “Te Te” li cîhê bi navê “Teximiga” a li hemberî “Guna” girêdayî devera Hewramanê canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd, bi sedema kûrahiya birînan demildest canê xwe ji dest dide, û termê navbirî bo nexwşxaneya bajarê Merîwan veguhastine.

Kolber ew çîna zehmetkêş a Kurdistana Îranê ye ku, di deverên sînorî de mijûlê kolberiyê ne.

Ew çîna zehmetkêş bi sedema hejarî û destengiyî, neçarin bo dabînkirina dahata jiyana malbata xwe, rû li wê karê metirsîdar, li deverên sînorî yên Kurdistanê bikin.