Kolberekî Kurd bi sebeba gullereşandina hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê bajarê Urmiyê birîndar bû

15:23 - 26 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê herêma Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, di bilindahiyên Danlanperê de, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndar bûye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çend rojan berî niha, hejmarek ji kolberên Kurd di bilindahiyên Dalanper a girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê , gulle bi ser wan de reşandibûn, û di encama vê gullereşandinê de jî, kolberê Kurd yê bi navê “Mameş Elîzade” xelkê herêma Tirgewer, bi dijwarî birîndar dibe.

Gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê li pişta wî kolberê Kurd ketine, û piştî birîndarbûnê ev bo çareseriyên pîzişkî bo navendên tendirustiyê yên bajarê Urmiyê veguhastine.

Hêzên leşkerî ev kolberê Kurd bi gumana hilgirtina alavên qaçax, gulle bi ser de berdane, û pîzişkên nexweşxaneyê jî rewşa tendirustiya wî xirab ragehandine.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Şemiyê 26`ê Xezelwerê (25`ê Çiriya Paşîn) kolberê Kurd yê bi navê “Mêhran Dêhistanîrad” û temen 15 salî û xelkê gundê “Doletû” a girêdayî bajarê Serdeştê, bi sebeba gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bûye.

Gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bûye sedema birîndarbûna piyê wî lawê Kurd, û ev bo çareseriyên pîzişkî bo navendên tendirustiyê yên bajarê Serdeştê veguhastine, û pizîşkan rewşa tendirustiya navbirî baş ragehandine.