Kolberekî Kurd bi 80 milyon tûmenî hate cerîmekirin

16:14 - 26 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê dezgeha qezayî ya Hikûmeta Îranê ve, bi 80 milyon tûmenî hate cezadan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, kolberekî Kurd yê bi navê “Faruq Zemanî” kurê Ebdul Kerîm û xelkê “Dize” ya girêdayî devera mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê dezgeha qezayî, bi tohmeta “hilgirtina tiştên qaçax” bi 80 milyon tûmen cerîmeya neqdî hate cezakirin, û piştî sepandina wê cezayê ji aliyê dadgehê ve, bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Wî kolberê Kurd bi sedema wê cezayê, nerazîbûnên xwe nîşan dan û dosya navbirî bo lêkolînkirinê bo dadgeha lêkolîn ya bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî gotina keseke nêzî wî kolberê Kurd, ew cezayê giran ku li ser wî kolberê Kurd hatiye sepandin, di demekê de ye ku, li dema desteserkirina navbirî tu alavekî qaçax jê re nebûye.

Ew kolberî Kurd, di dawî hatina meha Xakelêweya îsal de, li “dize” a girêdayî devera Mirgewer hatibû desteserkirin, û bi sedema nebûna barimte bo azadkirina wî, navbirî li heyama Du mehan bi qedereke nexûya, di girtîgehê de bû.