KMMK - G: Civata Navneteweyî derheq terorkirina çalakvanên Kurd axavt

15:24 - 12 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Civata Mafê Mirov a Kurdistan a Îran-Genev, di 40.mîn civîna Şêvra Mafê Mirov a Saziya Navneteweyî de, daxuyaniyek derheq rewşa mafê mirov li Kurdistanê weşand.

Li gorî raporên ku gihîştine Ajana Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî, 20`ê Reşemehê,Teymûr Elyasî, nûnerê Civata Mafê Mirov a Kurdistana Îran-Genev, bi beşdarîkirina di 40.mîn civîna Şêvra Mafê Mirov a Saziya Navneteweyî de, pêşwazî li raporta Cawîd Rehman rîportêrê taybet yê Saziya Navneteweyî, ya derheq karûbarên mafê mirov a Îranê kir, û daxwaza pesenkirina dubare ya erka navbirî di wî warî de.

Nûnerê Civata Mafê Mirov a Kurdistana Îran-Genev, di axavtinên xwe de îşare bi binpêkirina bê sînor a mafê mirov li Kurdistanê kir, û got: Em derheq zêdebûna amarên kolberên ku, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, canê xwe ji dest didin, û bilindbûna amarên bidarvekirina giritiyên siyasî yên neteweyên din yên li Îranê nîgeranin.

Teymûr Elyasî di berdewamiya axavtinên xwe de, îşare bi mûşekbarana binkeyên Partiyên Kurdistana Îranê yên li Herêma Kurdistana Îraqê, û herwisa terorkirina çalakvanên Kurd de got: Terorkirina çalakvanên neteweyên din yên li Îran û Ewropayî cihê nîgeraniyî ye.

Herwisa di vê civînê de, Teymûr Elyasî, amarek ji binpêkirina mafê mirov a Kurdistanê radest kir.