Kesik şahid bêdengiya ser dosya Zanyar û Luqman Moradî şikand + Hevpeyvîn

12:02 - 13 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jin ûmêrik ji xelkê Merîwan, amade bûna xwe bo şihadetî dan ser bê tawan bûna “ Zanyar û Loqman Moradî” şanî kirin.

Babê Zanyar Moradî, girtiyê Kurdê mehkûm bi sêdarê, li hevpeyvînik telefonî de xêncî pişrast kirina vê nûçê ragihand: bi dû hindê ku metirsiya canî ser Zanyar û Luqman ber bî zêdetir bûn kiribû, jin û mêrik ji Merîwan, şihadetiya hindê didin ku kujerên kurê îmam cumê Merîwanê dîtine û Zanyar û Luqman, cî girêdayiyik bi kujerên kurê îmam cume çinine.

Bi gotina Iqbal Moradî, ew jin û merê ji Merîwanê, li şeva qewimiyêde çen kesên çekdar bi 3 maşînan ve ku maşînik sipî ji marka Pride bûye, dîtineku şêlikî bi kurê îmam cume kirine û bi hegera hindê ku ew jin û mer li wir bûne , tev wan jî tûşî aloziyê bibûn.

\"16748.jpg\"
Iqbal Moradî: ew jin û merê ji Merîwanê, li şeva qewimiyêde çen kesên çekdar bi 3 maşînan ve ku maşînik sipî ji marka Pride bûye, dîtineku şêlikî bi kurê îmam cume kirine û bi hegera hindê ku ew jin û mer li wir bûne , tev wan jî tûşî aloziyê bibûn
Babê Zanyar Moradî got jî: xêncî hindê ku me çi têkilî û nasînik tev wan çinine, lê bi juret çona bal advokat-parêzerê Luqman Û Morad û hemû ew qewimî bas kirine, lê îmam cume guh bi wê şihadetiyê nedaye.

Babê Zanyar Moradî ku mamê Luqman Moradiyê girtiyê siyasiyê mehkûm bi sêdareye, basa hindê jî kir, îmam cumê Merîwanê baş dizane ku çi kesanik kurê vî kuştine, ber hindê jê dixwazim rast gotin hebe û bi xelkê bêje ku Zanyar û Luqman kurê vî nekuştine.

Zanyar û Luqman Muradî li 10ê Gelawêj û 5ê Rezbera sala 1388, bi tometa kuştina kurê îmam cmê şarê Merîwan, ji aliyê hêzên asayişa islamiya Îranê hatin girtin.

Ev 2 girtî heya 9 heyvan paşî girtinê çi tawanik ser xwe erênî nekiri bûn û li girtîgehên ewlehiyê de hews kirî bûn û li incam li heyva Befranbara sala 1389 de ji aliyê dadwer Selewatî li şaxa 15a dadgeha inqilaba Tehranê bi tawana “ Şer tev Xwedê” hukmê sêdarê û birê çon ber çavên xelk, pêre birîn.