Kedkarên bînasaziyê li bajarê Bane civînên nerazîbûnê lidar xistin

21:23 - 24 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Hejamrek ji Kedkarên bînasaziyê li bajarê Bane nerazîbûna xwe li hemberî bilindbûna nirxa bîme nîşan dan.

Li gorî rapora gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 4`ê Banemer (24`ê Nîsanê) hejamrek kedkarên bînasaziyê li bajarê Bane derheq nîşanda nerazîbnûna xwe li hemberî bilindbûna nirxa “Bîma Dabînkirina Civakê” li pêş deriyê ofîsa Encûmena Kedkarên Bînasaziyê ya wî bajarî civiyan.

Kekdarên nerazî daxwaza kêmkirina nirxa Bîma Dabînkirina Civakê kirine, lê, heya niha tu bersiveke erînî di vê derheqê de vernegirtine.

Nêzîkî 2 milyon û 200 hezar Kedkarên bînasaziyê di Îranê de hene ku bi sedema ewlehînebûna cihê kar û perwerdenekirin û rêniwîniyên ewlehiyê bo Kedkaran, ji serekîtirîn bûyerên Kedkariyêne derheq mirina Kedkaran tên hesbandin.

Di Îranê de, zêdetirîn bûyerên can jidestdana Kedkaran bi sedema berbûn ji bilindahiyane, û çalakvanên Kedkariyê li ser vê baweriyê ne ku, nebûna ewlehiya kar û nebûna alavên hewce bo encama kar, mifah vergirtin ji alavên xwedî kêmasî, guhnedana berprisan û herwisa rêniwînînekirina Kedkaran ji çavaniya encamdana kar, ji sedemên qewmîna bûyerên kar in û malbatên qurbaniyên bûyerên kar jî, ji aliyê tu navendeke pêwendîdar piştevanî nayên kirin.