Li Hewlêrê Kedkarekî xelkê Rojhilatê Kurdistanê rastî bûyera elekterîkê hat

10:53 - 28 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Kedkarekî Kurd ê xelkê yek ji gundên girêdaiy bajarê Urmiyê,  li bajarê Hewlêrê, di dema kar de, rastî bûyera elekterîkl hat û di encamê de canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî, 1`ê Rezberê, kedkarê Kurd ê bi navê “Ramîn Bêhzadî” temen 35 salî, xelkê gundê “Balav” a girêdaiy bajarê Urmiye, li baajrê Hewlêra ser bi Herêma Kurdistanê, di dema kar de, rastî bûyera elekterîkê hat û  canê xwe jidest da.  

Ew kedkarê Kurd, di dema kar de rastî bûyera elekterîkê hat û, her bi vê sedemê jî, canê xwe jidest da.

Kedkarên Rojhelatê, bi sedema nebûna kar di Rojhilatê Kurdistanê de, gellek caran bo dabînkirina dahata  jiyana xwe rû li Herêma Kurdistanê dikin û di pirraniya deman de rastî bûyerên wiha dibin bi dibin qurbanî.