Kedkarekî Kurd di qezaya tirafîkê de canê xwe jidest da

22:23 - 19 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Kedkarekî Kurd ê xelkê yek ji gundên girêdayî bajarê Kamyaranê, bi sedema qezaya tirafîkê ji rêya dinavbera “Sawe” û Tehranê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê: Şeva derbasbûyî, 28`ê Cozerdanê, Kedkarê Kurd yê bi navê “Mîlad Muradî”, kurê Sêyîfûla, û xelkê gundê “Xamsan” a girêdayî bajarê Kamyaranê, bi sebeba qezaya tirafîkê canê xwe jidest da.

Ew kedkarê law, di rêya dinavbera”Sawe” bo Tehranê, bi sebeba qolibîna tiromibîlê, rastî wê bûyerê hatiye.

“Mîlad Muradî” bo dabîn kirina hewcehiyên jiyana malbata xwe, bo Kedkarî rû li bajarên Tehranê kiribû.

Bi sebeba nebûna Kar û bilindbnûa asta betaliyê di Kurdistana Rojhilat de, hevwelatiyên Kurd bo dabînkirina hewcehyên jiyanê, rû li parêzgehên din yên Îranê dikin û di pirraniya canran de jî , Kedkarên Kurd bi sedemên nexastî dibine qurbanî bûyerên kar.