Keçeke 20 sale hate desteserkirin

21:08 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Keçeke temen kêm a xelka bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, keçeke temen kêm a bi navê “Dinya Şalî” a temen 20 sale û keça Hisên a xelkê gundê “Gezgesk a Pîranan” a girêdayî bajrê Pîranşarê, ji aliyê hizên îtila`atê ve hate desteserkirn.

Ew welatiya Kurde piştî ku ji aliyê hêzên îtila`atê yên hikûmetê ve hate desteserkirin, bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê, hate veguhastin.

Heya niha malbata wê keçê bo şopandina qedera keça xwe bê encam mane û hêzên îtila`atê îzna hevdîtinê ji malbata wê re nedane

Heya belavbûna wî nûçeyê, îdareya îtila`atê, tu sebebeke bi merema desteserkirina wê keçê nedaye xûyakirin.