kasibkarekî Kurd hate kuştin

15:58 - 12 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd ê xelkê bajarê “Şinoyê” bi sedema teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin.

Li gori rapora Ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, êvareya roja Yekşemî 20`ê Gelawêjê, kasibkarekî Kurd ê bi navê “Se`îd Hesenpûr” temen 44 salî, ê gundê “Kanîreş” a ser bi bajarê “Şinoyê” kete ber teqeyên rasterast ên hêzên Spaha Pasdaran û canê xwe ji dest da.

Ew kasbkarê Kurd bi bê agehdarkirin berê kete ber teqeyên hêzên Spaha Pasdaran.

Hêzên Spaha Pasdaran ew kasibkarê Kurd bi sedema veguhastina kelûpelên qaçax, kirine armancê teqeyê xwe.