Jineke Kurd li girtîgeha bajarê Sine li îdamkirinê hate rizigarkirin

22:11 - 19 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiya Kurd, ya ku bi tohmeta kuştina bizanebûn, bi dana diyê, ji aliyê xêrxwazan ve, ji îdamkirinê hate rizgarkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, : Jina temen kêm li girtîgeha Navendî ya bajarê Sine, ya bi navê “Fewziye Cewazî”, cezaya bidar vekirinê jêre hatibû dan, bi dana diyê ji aliyê xêrxwezan ve, li cezaya bidar vekirinê hate rizgarikirin.

Ev 8 sal bû ku ev jina Kurd bi tohmeta” kuştina bizanebûn” ji aliyê dadgehê we, cezaya bidarvekirinê jêre hatibû dan û di girtîgeha navendî ya bajarê Sine de hepsî bû.

Malbata kesê hatî kûştin ragihandibûn ku:” Di egera wergirtina 300 milyon Tûmenî diye, ew wê bikujê ji cezaya bidarvekirinê xelas bikin.

Ew qas perê ku hate daxwazkirin, ji aliyê xêrxwezan ve bo vê jina Kurd hatibû komkirin û ji îdam kirinê hate rizgarkirin.