Jineke Kurd ji îdamê rizgar bû

15:04 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Jineke Kurd a xelkê bajarê Sine ji îdam kirinê rizgar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, jineke Kurd a bi navê “Suxra Xelîlî” a xelkê gundê “Bêsaran” a ser bi bajarê Merîwanê, ku bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû desteserkirin, û ji aliyê xêrxwazan ve diyeya wê hate walekirin û ji îdamê rizgar bû.

Ew jina Kurd a 37 sale ji sala 1391`an ve bi tohmeta “kuştina bizanebûn” bi îdamê hatibû cezakirin û di girtîgeha bajarê Sine de bû. Malbata kuştî dabûne zanîn ku, di encama walekirina 300 milyon diyeyê, ew amadene ku rizayetê bidin.

Aram Fethî çalakvanekî medenî ê xelkê bajarê Merîwanê, di ser rûpela Facebooka xwe nivîsî ye ku, diyeya “Suxra Xelîlî” hatiye xirkirin û em hêvî dikin di rojên bê de em şahidhalê azad kirina wê bin.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 29`ê Pûşperê, jineke Kurd a bi navê “Foziye Cewazî” keça Rehmetûlah ku bi tohmeta “kuştina qestî a mêrê xwe” ê bi navê “Hebîb Şêx Ehmedî” bi îdamê hatibû ceza dan, û bi wala kirina diye ji aliyê xêrxwaziyan ve, ji îdamê rizgar bû.