Jineke Kurd bi sebeba arîşeyên malbatî xwe şevitand

20:39 - 4 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Bi sedema arîşeyên malbatî, jineke Kurd ya xelkê bajara “Selasa Bawecanî” agir berda cendekê xwe.

Li gorî raporên ku gehîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hevwelatiya Kurd ya xelkê bajara “Selasa Bawecanî” ya bi navê “Leyla Remezenî” bi sedema arîşeyên malbatî bi şevitandina xwe dawî bi jiyana xwe anî.

“Leyla Remezanî” bi sedema agir pê ketinê, ev bo nexweşxaneya bajarê Îsfehanê veguhastin.

Ew jina Kurd, xwediyî zaroke, temen yek salî bû.

Her di vê derheqê de, di heyama çend rojên borî de, cenazeyê jineke din a bi navê “Zerîfe Abûr” temen 27 salî û xelkê bajara Bokenê, di mala wê de, ku xwe bidarvekiribû, hate peydakirin, û bo nexweşxaneya bajarê Bokanê veguhastin, û lê mixabin roja Înê 11`ê Reşemehê, canê xwe ji dest da.

Ew jina Kurd, di dema vê rûdawê de, Hemle bûye, û termê navbirî bo pîzişkî yasayî a bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Karnas li ser vê baweriyî ne, ku her sal 4 heya 4500 kes hewla xwekuştinê didin, û di parêzgehên Îlam, Luristan, Gulistan, Kirmaşan, Kurdistan û Hemedanê, zêdetirîn asta xwekuştinê di Îranê de, tên hesabkirin.