Îttilaata Urmiyê pêşî ji hinartina nemaya pêşnimêjê bajarê Bokanê bo Dezgeha Dadê girt

13:57 - 30 Çirriya pêşîn 2011
Kurdp: hejmarek ji mamostayên pêşnimêja bajarl Bokanê di nameyekê de, bo berpirsê Dezgeha Dadê a Hikûmeta Îranê, daxwaza serbest berdana şeş çalakvanê olî yê Kurd kirin, lê ji aliyê îdareya Îttilaat a bajarê Urmiyê ve pêşî ji hinartina vê nameyê hat girtin.
Nûçegehaniya Hirana eşkere kir ku, di nameya han de ku ji aliyê Ebdulrehman Xelîfîzade pêşnimêjê Înê û hejmarek ji mamostayên pêşnimêja mizgeftên bajarê Bokanê ve hatibû îmza kirin, bas ji vê yekê dike ku: ew 6 hemwilatiyên Kurd ku bi sûça ewlehî hatine dest bi ser kirin netenê tu pirsgirêkek ewlehî ninin, belku bûne hegera vê hindê ku piraniya ciwanan ber bi aliyê ola îslamê û ola suneyan rabikêşin.
Ew pêşnimêjên bajarê Bokanê daxwaz ji dezgeha Dadê a Hikûmeta Îslamî a Îranê kirine ku kesên girtî bêy tu qeyd û mercekê serbest werin berdan.
Îdareya Îttilaat a bajarê Urmiyê pêşî ji gehiştina vê nameyê bi destê Sadiq Larîcanî berpirsê Dezgeha Dadê a Hikûmeta Îslamî a Îranê girtiye.
Ew 6 çalakên olî di sala 1388 an a rojî de, ji aliyê Îdareya Îttilaat a bajarê Bokanê û Urmiyê ve hatine binçav kirin.
Mihemed Berayî, Husên Cewadî, Osman Ehsanî, Ebdula Xisrozade, Hêmin Mehmûdîtext, û Hîsam Mihemedî piştî girtina wan di Îdareya Îttilaat a Urmiyê û Bokanê we bo girtingha Taranê hatin weguhastin.