“IRNA”ê şerm kir, ku pileya pasporta Îranî bas bike

21:55 - 1 Îlon 2016
Ajansa kurdpa: Nûçegihaniya fermî ya Îranê di raporekê de bas ji pileya pasportan li gora girîngiya wan kir, lê jiber ku ast û pileya pasporta Îranî li xwarê ye, şerm kir ku bas jê bike.

Di pilebendiya nawenda “Hinlî û Partniriz” de, ku bas ji pileya pasportan dike, Îran di pileya 99 de cih digre, û welatekî lawaz e di warê pasportê de.

Pilebendiya “Hinlî û Partniriz” bi alîkariya Yekîtiya Veguhastina Esmanî (IATA) ku zêdetirîn zanyarî li derbarê pasportan heye, tê amadekirin.
Hitbara pasporta welatekî wekî pîvanek ji bo nirxandina asta hitbara navneteweyî ya hemwelatiyên xwe di nava welatên din de tê hesibandin, û bi vê sedemê jî dewletên cîhanê hewl didin, ku hitbara pasportên xwe bibin asta herî jor.

Hevwelatiyên Almanî bi pasporta ku di destê xwe de hene, dikarin serdana 177 welatan ji koma 218 welatan bikin, û Swîdî jî dikarin serdana 176 welatan bikin ku di pileya duyem de ne.

Di pileya sêyem de, welatên Îngilîs, Fransa, Îtalya, Îspanya û Fenlandê cih digrin, ku dikarin serdana 175 welatan bikin bi bê wergirtina vîzayê.

Amerîka, Hulend, Danmark, û Biljîkê di asta çarem de ne, ku hevwelatiyên wê dikarin serdana 174 welatan bikin.

Ustralya û Japon û Sengapûr jî di pileya pêncem de cih digrin.
Welatên wekî Kanada, Îrlend, Kureya Başûr, Lokzamborg, Norvêj, Portixal û Swîs, hevwelatiyên wan dikarin serdana 172 welatan bikin bi bê vîza, û di pileya şeşê de cih digrin, û Yûnan û Newziland û malt di pileyên xwartir de ne.

Hevwelatiyên Efxanî bi pasporta welatê xwe, tenê dikarin serdana 25 welatan bikin, bi bê vîza, û ew yek bûye sedema vê ku di pileya herî xwar de cih bigre.

Bi vî awayî welatên wekî Efxanistan, Somalî, Sûriye, Lîbî, Êrîtire, Îtyopî, Sûdan, Kozovo, Sûdana Başûr, Yemen, Bengladêş, Borondî, Koreya Bakûr û Miyanmar di asta herî xwarê ne.