Îdareya perwerde û hînkirinê, gefên dosye çêkirinê ji mamostayan dixwin

22:06 - 6 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Piştî gireva seranserî ya mamosteyan li Kurdistan û Îranê, îdareya perwerde û hînkirinê, ya li bajarê Seqizê, gefên pêkanîna dosyeyan ji mamostayên wî bajarî xwerin e.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, îdareya perwerde û hînkirinê ya li bajarê Seqizê, piştî gireva seranserî ya mamostayan, gef ji mamostayan xwarine û ew xistine bin givaşan.

Li gorî çavkaniyek agehdar, îdareya perwerde û hînkirinê ya bajarê Seqizê, bo bidawîanîna gireva mamostayên xwendingehên wî bajarî, pena bo rêyên ne yasayî birin e.

Herwisa vê çavkaniyê dayezanîn ku, tevî gefxwarinên îdareya perwerde û hînkirinê ya bajarê Seqizê, ew gireva seranserî ya mamosteyan, di zêdeyê 70 xwendingehên wî bajarî de hatiye lidarxistin.

Herwisa wê çavkaniye ragehand, daxwazkarên mamostayan di vê giravê de, vêdebirina codahî danînê, hilveşandina gelaleya tepeserkirina mamostayan, vêdebirina arîşeyên jinan û derbaziya mamosteyan, û azadkirina mamostayên girtî û hwd… bûn e.

Li gorî vê çavkaniyê, mamostayan ragehandine ku, hekî daxwazkariyên wan cîbicî nebin, ew wê gireva xwe berdewam bikin.