Îdareya îtila`atê 4 mamosteyên Kurd gazî kirin

20:14 - 5 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Îdareya îtila`ata hikûmeta Îranê çar mamosteyên Kurd yên xelkên bajarê Dîwandere bo vê îdareya hikûmetê gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya \"Kurdpa\"yê, di heyama rojên borî de, 4 mamosteyên Kurd yên bi navên “Sûhila Se`idî, mamosteya zimanê Erebî, û Hemîd Ariyana, mamosteyê zimanê Îngilîzî, û Es`ed Ewlyayî, birêveberê Nivîsîngeha civakî, û Eta Êsfendiyarî mamosteyî wêjeya zimanê Farsî”, bo îdareya îtila`atê bajarê Dîwandere gazîkirin e.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar ev 4 mamosteyên Kurd bi sedema gireva seranserî ya mamosteyan, bo îdareya îtla`ata bajarê Dîwandere hatine gazîkirin.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku, hêzên îtla`atê piştî encamdana lêkolînê, gefa dorketina ji girevên wiha ji wan xwarine.

Di Xezelvera îsal de, Şêvra Hevahengî a sênfî ya mamosteyan li Kurdistan û Îranê, ji aliyên navendên îtila`atî ve hatine gazîkirin û lêpirsîn derheq wan de hate encam dane