Hûnermendekî Kurd bi danîna barmteyê hate azadkirin

16:52 - 8 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Hûnermendê Kurd yê xelkê bajarê “Melikşa” bi danîna barmteyê hate azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, helbestvanê Kurd yê bi navê “Husên Baqirî” naskirî bi “Jakan Baran” xelkê bajarê Melikşa a girêdayî parêzgeha Îlamê ku, roja Çarşemî 29`ê Reşemeha 1397`an, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hatibû desteserkirin, bi danîna barmteyê hate azadkirin.

Ew helbestvanê Kurd ku, bi “tûjkirina xelkê û tebilîx lidijî ewlehiya neteweyî û bêrêzîkirin bi nizamê”, ji aliyê hêzên îtila`atê hatibû tawanbarkirin.

“Jakan Baran” helbestvanê Kurd li roja desteserkirinê heya roja Sêşemî 13`ê Xakelêweyê, bi bi sedema desteserkirina wî ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê , di girtîgeha navendî a bajarê Îlamê de nerazîbûnê xwe nîşan dabû, û dest avêtibû bi girevê.

Roja Çarşemî 29`ê Reşemeha 1397`an, piştî betalkirina birêvwçûna mersima cejna Newrozê a “Melikşayî” a parêzgeha Îlamê, “Jakan Baran” helbestvanê Kurd, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hatibû desteserkirin û bo girtîgeha navendî a bajarê Îlamê hatibû veguhastin.

Ew helbestvanê Kurd bi sedema betalkirina merasima Newrozê a li“Melikşayê“ nerazîbûna xwe nîşan dabû, û her bi vê sedemê jî, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Roja Yekşemî 24`ê Befranbara 1396`an jî, ew helbestvanê Kurd, bi tawana “tebilîx lidijî ewlehiya neteweyî û bêrêzîkirin bi nizamê”, ji aliyê hêzên îtila`atê hatibû desteserkirin.