Hikûmeta Îranê malbatên çalakvanên siyasî yên Kurd gazî dike

15:18 - 17 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Givaşên îdareya îtila`atê li Kurdistanê yên li dijî çalakvanên siyasî yên Kurd û endamên malbatên Partiyên Kurd bi dawî nabin.

Li gorî rapora Nûçegihaniya Ajansa Nûçegihnaiya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê, hejmareke malbatên çalakvanên siyasî yên Kurd, yên xelkê bajarê Mehabadê, bo vê îdareyê gazîkirine û lêpirsîn ji van kirine.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku, îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê tevî gazîkirina malbatên çalakvanên siyasî yên Kurd li bajarê Mehabadê, barmte li van vergirtine ku nabe bi tu away serdana zarokên xwe yên di nav Partiyên Kurd yên opozisyona Îranê bikin.

Herwisa vê çavkaniyê gotiye, îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê, ji van malbatan re ragehandine, di egera her cure serdanekê de, pere yan tiştan bo zarokên xwe bişînin wê digel dosyên dadweriyê rûbirû bin.

Vê çavkaniyê wiha berdewam kiriye: Berê serdana van malbatan bo îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê van malbatan ji îdareya îtila`ata bajarê Mehabadê re jî ragehandine, ku em ser bi hewzeya Mehabadê ne, û ti pêwendiyeke me digel Urmiyê tunîne, û îdareya îtila`ata Mehabadê jî ragehandiye ku îtila`ata parêzgehê li Urmiyê ye, ev li me sertir û me desthilat bi ser van de tunîne.

Piştî hatina serkar a hikûmeta Îslamî a Îranê heya niha, malbatên çalakvanên siyasî yên dijberê hikûmeta Îranê di Kurdistanê de, di bin givaşên navendên îtila`atê de bûne û her sal çendîn çaran ev malbatane bo navendên hikûmetî tên gazîkirin.