Hikûmeta Îranê çekên giran bi bilindahiyên Çiyayê Şaho vediguhaze

21:38 - 23 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Spaha pasdaran binkeyên nû digel çekên giran di bilindahiyên çiyayê Şaho de cih gîr dike.

Li gorî nûçeyê ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama rojên borî de, Spaha Pasdaran çekên giran bo bilindahiyên çiyayê Şaho veguhastine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, Spaha Pasdaran binkeyên leşkerî yên nû di bilindahiyên çiyayê Şaho de avakirine û çekên giran di van binkeyan de cihgîr dike.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku, çekên wekî top û katoşa bo wan binkeyan hatine şandin.

Her di vê pêwendiyê de jî hatiye ragehandin ku, Spaha Pasdaran rewşeke awarte di gundên derdora çiyayê Şaho de, pêk aniye.

Herwisa di heyama çend rojên borî de, Spaha pasdaran çendîn caran bilindahiyên Çiyayê Şaho topbaran kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku, çêkirina binkeyên leşkerî û riyên nû yên ji aliyê Spaha Pasdaran ve, gellek zirar gihandiye jîngeha herêma çiyayê şaho.

Di Rezbera îsal de, Spaha pasdaran manhoreke leşkerî di bilindahiyên Çiyayê Şaho de, ji aliyê Biryargeha Hemze ya di parêzgeha Sine de di roja destpêka Reberê heya 15 ê Rezberê berdewam kir, ku dewra dawyî ya vê manhorê bi amadebûna fermanderên payebilind yên Spaha Pasdaran hate lidarxistin, û Spaha pasdaran bi topbarankirina bilindahiyên Çiyayê Şaho pareke berfireh a darûstanên vê herêmê di agir de şevtandin.