hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

20:27 - 8 Kanûna pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: hikûmetê dîsan bêrehmane kolberekî Kurd kire armanca gulleyên xwe, û jiyana wî jê stand.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 14`ê Sermawezê, kolberekî Kurd, bi navê “Ebdulqadir Salihî” kurê Cemîl, û xelkê Diza Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, ku xwediyî çar zarokan e, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hate kuştin.

Herwisa kolberekî din ê Kurd û xelkê devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên Întizamî yên hikûmeta Îranê, di bilindahiyên Dalanperê de birîndar bû.

Roja Çarşemî 14`ê Sermawezê (5`ê Kanûna Pêşîn) hejmarek ji kolberên Kurd di bilindahiyên Dalanperê de, rastî boseya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê tên, û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Omer Nebîzade”, bi dijwarî birîndar dibe.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarîdana pêştir, ev kolberên Kurd dane ber gulleyan.

“Omer Nebîzade”, kolberê Kurd yê birîndarbûyî bo tedawiyên pîzişkî bo navendên tendirustiyê yên bajarê Urmiyê veguhastine, û niha li jêr çavdêriyên pîzişkî de ye.