Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, hespên kasibkaran dikujin

15:13 - 5 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, deha hespên kasibikarên Kurd, li bajarê Pîranşarê kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 13`ê Cozerdana 1398`an(3`ê Hezîrana 2019`an), deha hespên ku baran vediguhasin, li nêzîkî gundê Maşkan a girêdayî bajarê Pîranşarê, di encama gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine kuştin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, piştî vê kiryara dirindane, laşên hespên ku kuştibûn, li nav jinîgehê berdayî kirine.

Ev kiryara hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, şîpelek lio nerazîbûnên hevwelatî û çalakvanên medenî yên l.i bajarê Pîranşarê li pey xwe hebûye.

Her di vê pêwendiyê de jî, encûmena piştevanîkirin ji jîngahê li bajarê Pîranşarê, nûçeya kuştina deha heb hespên kasibkaran li daristanên Mîrge çeko, a girêdayî wî bajarî piştrast kiriye.

Vê encûmena piştevanîkirin ji jîngehê lihemberî kuştina van hespên kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îraên bertek nîşan da û ragihand: “Ma dibe van ajalên bêziman û bê soç li dadgehên sehrayî de qetil bikin?encûmena alîgêrên jîngehê li bajarê Pîranşarê got: Ev destdorêjiya zelal li dijî van canliber û dagîrkrina jiyana van , li tu ciheke yasaya bingehî îşare pê nehatiye kirin.