Hêzên îtila`atê bo lidarxistina merasima newrozê berdewam astengiyan çê dikin

19:59 - 20 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Tevî vê ku hêzên îtila`atê bo xelkê Kurdistanê astengiyan çê dikin da ku rêûresima newrozê birêve nebin, lê, rûniştiyên gundê “Del” a girêdayê bajarê Merîwanê, rêûresima cejna newrozê lidarxistin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di çend rojên borî de, hêzên îtila`atê bo xelkê gundê “Del” a girêdayê bajarê Merîwanê bo lidarxistina merasima newrozê astengî çê dikirin, lê tevî wan hemû givaş û astengiyan, hevwelatiyên wî gundî biryar dabûn ku wê merasimê lidar bixînin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar ku, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku, di çend rojên borî de, hêzên îtila`atê bo xelkê gundê “Del” a girêdayê bajarê Merîwanê bo pêşgirtin li lidarxistina merasima newrozê gef ji wan xwarbûn, û roja 29`ê Reşemehê(20`ê Adara 2019`an) merasima newrozê li wê gundî wê bê lidarxistin.

Li gorî vê çavkaniyê, Şêvra gundê “Del” a girêdayê bajarê Merîwanê, bi sebeba givaşên îdareya Îtila`ata bajêr, bi weşandina daxuyaniyekê, rêûresima newerozê di wî gundi de betalkirin, û ew daxwazkariya jî, ji aliyê rûniştiyên wî gundî ve hatiye ret kirin.

Her di vê derheqê de, bi sedema givaşên hêzên îtila`atê bo ser xelkên bajarê “Melekşahî” a girêdayê parêzgeha Îlamê, cejna newrozê ya wî bajarî jî, hate hilveşandin.

Hêzên Întizamî û îtila`atê êrîşî ser cihê lidarxistina cejna newrozê kirin û dest bi ser hemî alavên wê rêûresmê de girtin.