Hêzên hikûmeta Îranê hespên bê soç jî dikujin

19:45 - 9 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, 28 hespên kasibkarên Kurd hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 18`ê Cozerdana 1398`an, 28 hespên ku barên kasibkaran diveguhaztin, li gundê “Zîwe” a girêdayî bajarê Pîranşarê, di encama gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew 28 hespên barhilgir yên “Hejar Ateşberk”yê xelkê bajarê Pîranşarê, û Avare Ateşberg xelkê wî bajarî, û Ezîz Ram xelkê Sîlwe û Mihemed Şaristîn xelkê bajarê Pîranşarê bûne.

Li gorî vê çavkaniyê, ev kiryara hêzên leşkerî, nerazî bûna kasibkaran lipey xwe hebûye.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên derbasbûyî de, deha hespên ku baran vediguhasin, li nêzîkî gundê Maşkan a girêdayî bajarê Pîranşarê, di encama gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine kuştin.

Encûmena piştevanîkirin li jîngehê li hemberî kuştina van hespên kasibkaran, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bertek nîşanda û ragihand: “Ma dibe van ajalên bêziman û bê soç li dadgehên sehrayî de qetil bikin? encûmena alîgêrê jîngehê li bajarê Pîranşarê got: Ev destdirêjiya zelal li dijî van canliber û dagîrkirina jiyana van, li tu ciheke yasaya bingehîn îşare pê nehatiye kirin.