Hêzên ewlehiyê perestarekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê desteserkirin

10:58 - 24 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlehiyê perestarekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê desteserkirin û ev bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gor agahiyên ku gihîştina Ajansa Nûçegihaniya “Kurdp”yê, du heyfteyan berî niha wezîfedar(perestar)ê Kurd yê bi navê Mihemedemîn (Hêdî), kurê Mirad ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin û piştire ev bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gor gotina çankaniyên agehdar di vê derheqê de, ev wezîfedarê nexweşxaneyê pêş çûna bo nexweşxaneyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin û çarenivîs û sedema desteserkirina wî nediyare.

Herwisa wê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: Heya niha bidûreçûnên malbata wî wezîfedarê nexweşxaneyê, derheq zelalbûna çarenivîsa wî bê encam bûye.

Mihemdemîn Xizrî xelkê gundê Ciran ê ye, lê, niha rûştiyê bajarê Pîranşarê ye.