Hewlên Spaha Pasdaran û Îtla`ata Bokanê, nekarî pêşî ji hûnermendan bigire

20:57 - 4 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: 12 hûnermendên nîgarkêş li bajarê Bokanê, di qonaxên cuda de, pêşangeheke nîgarên xwe di wî bajarî de birêve birin ku di gel wê ku hewlên hikumetê bo birêveneçûnê rûbirû bûye, lê, hewlên Spaha Pasdaran û Îtla`atê yên di wî bajarî de bo pêşîgirtin ji birêve neçûna wê pêşangehê bê encam bû.

Rêkefta 8 heya 11`ê Xakelêweyê, pêşangeheke nîgarkêşan ku pêk hatibû ji: Wêne, nîgarkêşî, terahî, peykersazî hwd ..., û hevdem bû di gel destpêka yekem a galeriya herêmî û serxwebûna Bokanê, a bi navê : “Galêriya All” ji aliyê 12 hûnermendên bajarê Bokanê hate wekirin.

Di wê pêşangehê de, ezmûnên çendîn salan yê her yek ji wan 12`e hûnermendan bû, ku bû cihê balkişandin û keyfxweşiya hûnerdostên wî bajarî, û herwisa mêhvanên newrozê.

Destpêka pêşangehê bi muzîka zindî ji aliyê hûnermendên ciwan yên bajarê Bokanê dest pê kir, û piştire bi axavtinên mamosta Mistefa Şêrzad û herwisa hûnermendên wekî, Peşêw û Rêbîn pêşangeh dest bi kar kir.

Hûnermendên amadebûyî yên di wê pêşangehê de wiha bûn:
Mamosta Mistefa Şêrzad, Mihemmed Rostemzade “Namo” Rêbîn Heyderî, Peşêw Nadirî, Hêmin Qaremanî, Se`dî Hesenzade, Kawe Şêxî, Erselan Rostemzade, Selman Behramnjad, Çîmen Ezîzî, Nasir Ehmedzade, û Bêhzad Mohacir.

Di heyama birêveçûna wê pêşangehê de, Spaha Pasdaran û îtila`ata bajarê Bokanê, hewl dan da ku ev pêşangeha birêve neçe û pêşî jê bigirin lê, birêveberên vê pêşangehê bi bêguhdan bi gefxwerinên Spaha Pasdaran karên xwe berdewamkirin û hewlên Spaha Pasdaran û îtila`atê jî bê encam ma.