Hevwelatiyên Kurd bi sedemên nediyar tûşî jehrê dibin

21:27 - 14 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: 315 hevwelatiyên Kurd li bajarê Qorwe jehrî bûne.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di 24 demjmêran de, 315 hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Qowre, bi sedemên nezelal jehrî bûne.

Berpirsê navenda Tendirûstiyê ya bajarê Qorwe ragehandiye ku, li devera Sirîşavî a girêdayê bajarê Qowre 50 kes û 200 kesên din jî, li bajarê Qowre jehrî bûne, û ew daxuyaniya berpirsê navenda Tendirûstiyê di roja borî de, hatiye ragehandibû.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, ew amara niha ku 315 kesên ku tûşî jehrê bûne zêde dibe, û berpirsên hikûmet û aliyên pêwendîdar jî, derheq bi jehrî bûna hevwelatiyên Kurd tu rohnkirinek di vê derheqê de nedane.

Her di vê derheqê de, tenê berpirsê navenda Tendirûstiyê a bajarê Qowre wiha gotiye, ew kesane bi sedemaxwarina pincar û şêrîniyên nepaqij, jehrî bûne.

Li gorî raporên xwecihî, jehrî bûna wan hevwelatiyan, bi sedema pagij nebûna ava vexarinê bûye, lê berpirsê navenda Tendirûstiya bajarê Qowre, ew nûçeya erê nekiriye, û gotiye sebeba wê xarina pincar û şêrîniyên nepaqij bûye.