Hevwelatiyekî Kurd li bajarê Pawe bi du sal heps hate ceza dan

20:06 - 21 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Pawe piştî derbazbûna sê mehan bi ser desteserkirinê û bîçarenivîsbûnê du sal heps hate ceza dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, xortekî Kurd yê bi navê Pûya Resûlî temen 25 salî û kurê Êzet û xelkê bajarê Pawe ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Kirmaşanê, bi du sal heps hate ceza dan.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev welatiyê Kurd bi tawana “endam bûn di yek ji Partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, bi du sal heps hate ceza dan.

Ev ciwanê Kurd sê mehan berî niha, “endamê yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û piştî bidawîbûna lêkolîn ob girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Berê jî, Pûiya Resûlî, endamê yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê bû û piştî vegeriyana bo Îranê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.