Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

16:32 - 19 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`atê yên girêdayî îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê ve hatiye desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 26`ê Cozerdana 1398`an hevwelatiyê Kurd yê, bi navê Adil Salimferd, xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin û çarenivîsa wî nezelale.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên îtila`atê Cebire`îl Salimferd jî digel Adil Salimferd desteserkiribûn û bo çend demjmêran lêkolîn lê kiribûn.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Ev hevwelatiyê Kurd di dema desteserkirinê de, hêzên îtila`atê navbirî azar û ezyet kirine.

Heya belavbûna vê nûçeyê derheq sedem û cihê xwedîkirina Adil Salimferd tu zaniyareyek ber dest nine.Cebire`îl Salimferd di Cozerdan û Gelawêja sala 1397`an de, jî bi Tawana “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona Hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û navbirî bi danîna barmteyeke giran hatibû azadkirin.