Hevpeyvîna dawiyê ya bi mamosta "Arjen Arî" re

15:43 - 19 Şibat 2013
Ajasa Kurdpa: Arjen Arî di sala 1956′an de, li herêma Mehsertê, li gundê Çalê hatiye Dinyayê. Di sala 1979′an de, li Enisîtuya Perwerdeyî ya Amedê beşa zimanê Turkî qedand.
 
Wekî gelek helbestvan û nivîskarên Kurd, wî jî bi Turkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976′an de, li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest bi ser gelek ji helbestên wî yên bi Turkî û Kurdî de girtin. Qasî heftiyekê di girtîgehê de ma. Ew berdan, lê helbestên wî heya niha di komgeha Dadgeha Nisêbînê de têne darizandin.
Helbestên wî di kovarên li derveyî welat wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992′an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke terorê hat û ew birîndarî, rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê pê de, Arjen Arî li Amedê dijiya heya ku li roja 30/10/2012 demhijmêr 2:45 li Amedê koça dawî kir.
 
Kurdpa: Kekê Arjen! Ji boy me hinekê ji jiyana xwe ya şexsî bas bikin. Li ser wê ku kekê Arjen, kesek çawan e û çawan li Dunyayê dinihêre?
Arjen: ji xwe xuya ye ku mirov nikare basa xwe bike û bêje ez mirovekî çawan im. Lê ya ku ez bikarbim xwe bi zimanê xwe û dûr ji teessubê bidim kifşê, ez kesek im zû êciz nabim. Jana netewa min, min êciz dike, lê tiştek din nikare bîna wê min nerhet bike. Ez bi kêmî nerhet dibim. Bi xasmanî di jiyana xwe ya malbatê de, kêm nerhet dibim, lê dema ku ji tiştekê hêrs dibim, malbata min dizane û kêmtir min nerhet dikin.

Kurdpa: Kekê Arjen!, ji bo cara yekemîn, te çawan zanî ku te hesteka wêjeyî ji zimanê xwe re heye an em bi zmanekî din bêjin ku te çwan heset bi helbestvaniya xwe û hesta xwe ya helbestzaniyê kir?
Arjen: ez biçûk bûm û baş e bêjm ez gencek bûm. Min dixwast ji xwe re baskilekê bikirim lê dirafê min kêm bû. Ji ber ku min gelek bi kêmî diraf ji malbata xwe dixwast, ez çom û bi kedkarên gundekî ku rêya wêdere, demhijmêrekê ji me dûr bû re min dest bi kedkariyê kir. Dilê min ji bo dayîka min teng bibû lê min biryara xwe dabû. Ez mam heya ku dirafê baskilekê bi dest ve bînim. Li wêderê min yekem helbesta xwe ya biçûk ji bo dayîka xwe got lê min çi caran ew belav nekir heya ku tenê ew helbest ji bo dayîka min  be. Lê ez hez dikim ew helbesta min ya gencîniyê bimîne û winda nebe. Ew ewa bû:
Tu yî têhna jiyana sar û bê têhnam
Tu bêyî evder tim germ e ji sama hatina te

Kurdpa: Tu helbesta Kurdî di çi astekê de dibînî?
Arjen: Beriya serhildanên Kurdan û bi xasmanî damezrandina Partyên Kurdî li bakurê Kurdistanê, ew metrisî hebû ku heta hemîşe, helbestên Kurdî ji nav biçin. Lê xweşbextane bi avabûna Partyên Kurdî, ew metrisî li ser helbestên me ço û Kurd kete qonaxek din de. Helbestvanên nû serî hildan û helbesta Kurdî car din vejiya. Bi rastî hekî hûn hizra min sebaretî wê yekê bixwazin, ez dibêjm ku Partyên Kurdî, roleke bi buha, sebaretî mana helbestên Kurdî û vejîna dîroka wan hebûn.

Kurdpa: Bi ramana te, wêjeya Kurdî, niha gîhaye çi çihekê?
Arjen: Wêje tiştek e ku bi derbasbûna dem, pêşdeçonê bi çavên xwe dibîne. Wêjeya Kurdî jî wêjeyeka sax e ku kairye pêşdeçoneka înkarnekrî, bi çavên xwe bibîne. Ew yek jî di demekê de bû ku zext û givaşên bo ser Kurdan gîhabûne astek herî bilind. Lê Kurdan karîn, xwe ji wê metirsyê ku ji navçona ziman e, qutar bikin û bikevin qadên nû yên zimanî de. Kurdan, zimanê xwe parastin û man û hebûna xwe selimandin.

Kurdpa: Zimanê Kurdî xwediyê hinek taybetmendiyan e. Bi dîtna te, ew taybetmendiyên zimanî, di çi şûnan de bi berjewendiya zimanê Kurdî bûne û di çi cihan de bi xisara zimanê Kurdî bûne?
Arjen: Zimanê me, zimanek e ku xwediyê gelek teybetmendiyên bedew e ku ew ziman ji kawlibûnê, parastine. Zimanê Kurdî ji ber wê yekê ku dikare lêkersaziyê bike, dimîne. Ew ji taybetmendiya zimanê Kurdiya Kurmancî ye. Hinek ji zimannasên Kurd dibêjn Kurdî, çend ziman in. Lê di dema niha de, baskirin ji çend zimanîbûna Kurdiyê, bi zirara neteweya Kurd tewaw dibe. Ewa jî di demekê de ye ku wan zimannasan ji xwe re hincetên qahîm jî hene û dibêjn: eger rêziman cuda be, zarave nîn in û ziman in. Ku Soranî û Kurmancî jî xwedyên Du rêzmanan in lê mirov baş niye di dema niha de bahsa viya bike. Ji bo zerermendiya ziman jî divê bibêjm ku ne. Ziman bi lêkersaziyê dewlemend dibe û zerezmend nabe. Zimanek sax e û pêşde diçe ku lêkersaziyê dike.

Kurdpa: Bila hinek jî em basa helbestan bikin. Helbest bi nêrîna te çî ye?
Arjen: Helbest, ramanek e ku ji dil derdikeve. Her tiştek ku ji dil derkeve, ji dilan xweş tê. Dilên brîndar dikarin helbestên cindî û bedew bixulqînin. Birîna ji destihlat, ji evîniyê, ji keda giran, ji abûureka ne baş û…. Hemû dikarin helbestvanên baş pêk bînin. Lê muxabin hinek kes hene ku mîna diraf derêxeriyekê li helbestan dinihêrin ku ew karekî ne baş e. Helbest pîroz e ji ber ku ji dil diderkeve.

Kurdpa: Bo cara yekemîn, we çima helbest bi zimanê Turkî dest pê kirin?
Arjen: Ne. Min bi Kurdî dest pê kir. غ ew helbesta kurt ya sa dayîka xwe min gotî, ew Kurdî bû. Lê min bi Turkî karê helbestaviniyê domand ji ber ku zarokên Kurdan li Turkyeyê, bi zimanê xwe maf çi nîn in û kesên Kurd yên bi rûmet, hemû di bin siya zulmê de ye ku serî hilddin û ji Turkbûnê xwe diparêzin. Li Turkiye ji bo kesên ku bixwazin ji zimanê xwe re xwedî derkevin, cihek tune ye.

Kurdpa: Ji bo domandna bahsa te, gelo tu nafkirî ku jiyana li Ewrûpadikare ji bo Kurdan baş be?
Arjen: Bê guman jiyana li Ewrûpa ji bo Kurdên xebatkar hêsan tir e. Lê xebat bi dîtna min ew e ku di jêr givaşan de bidome û bikaribe hebûna meşê, bikifşîne. Meşa ku Kurdan dest pê kirî, divê li Kurdistanê bidome ji ber ku em ji Kurdan û ji Kurdistanê re xebatê dikin. Hinek Kurd jî, hewce ye wekî nûnerên neteweya xwe li welatên din bin. Lê ya rastî ew e ku çi cihek wê Dinê, nabe welatê min.

Kurdpa: Tu ji çi tiştekî re dibêjî welat?
Arjen: Bahsa me hêdî hêdî siyasî dibe. Lê heza min ji sansorê nayê. Ez ne siyasetvan im lê dizanim ku şûna ji dayîkbûna Kurdan, welatê wan e û welatê wan jî Kurdistan e. Kurdistan jî şûnek e ku serhildanên mezin têde hatne kirin. Nehrî, Pîran, Bedîuzzeman, Simko, Barzanî û Qazî Mihemed û yên din, hemû dişopînin ku neteweya Kurd, çi qasî bi axa xwe bawerî heye û derewestî û zîmaneta wê neteweyê ji axa xwe re dişopînin. Ew serok, hemû zarokên Kurd bûne û zêdebarî wê ku kêmasiyên abûrî jî nebûne lê ji axa xwe re xebat kirine. Ku wisa jî bû, emê çepergeha wan bidomînin.

Kurdpa: Bi ramana te, çepergeha wan şehîdên Kurdan, çawan e? Kurd divê çi bikin?
Arjen: Domandina wê bi rêyên curbcor tê. Parêzerên çanda Kurdî, ziman, mosîqî, şervanên ser çiyan, mamostayên zanîngehên Kurdî, pizişk û …. Hemû di wê çeperê de ne. Meşandina wê rêbazê, hewcemend e ku ji hemû aliyan re em zengîn bibin û meşa wê rêyê bi awayekî be, ku dujmin nekare neteweya Kurd ji nav bibe. Ez wekî helbestavan an jî romannivîsek dikarim wê meşê bidomînin.

Kurdpa: Gotina dawiyê ya te çî ye?
Arjen: Her qasî jî ku em ji basa wêjeyî bi dûr ketin, lê ya rast ew e ku li Kurdistanê û bi xasmanî di her 3 parên rizgarnekirî de, her xebateka çandî û wêjeyî, bêhna siysetê dide. غ ew yek jî ramana destihlatdarên zal bi ser Kurdistanê ye. Divê zarokên me, zimanê xwe biparêzin û ji çand û wêjeya xwe re xwedî derkevin. Dayîkên Kurdan jî bi rûmeta xwe, zimanê Kurdî hînî wan bikin û nehêlin ku ew ziman biherime.

Berhemên wî

1999 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, helbest.
2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, helbest.
2003 Destana Kawa, Weşanên Elma, helbest.
2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, helbest.
2008 Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, antolojî.

2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, helbest.
2009 Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, helbest.
2010 Bîhoka Li Pişt Sînor, Avesta, çîrok.

2011 Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, helbest.
2012 Kulîlkên Be’îvan, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.

Arjen Arî, helbestvanê Kurd yê xelekê bakurê Kurdistanê, heyvekê beriya çoyîna ber dilovaniya xwedê, hevpeyvînek digel min kir. Lê wê demê rewşa wî baş bû û rojgar hat û qadên rûmeta jiyana wî bi dawî hatin. Ev hevpeyvîn heta niha, li çi şûnan nehatiye belavkirin;