HER TİŞT Jİ NÛ VE -1-

16:07 - 7 Gulan 2015
Unknown Author
Asya Abdullah
 
Li Amedê, bi tevlibûna delege û mêvanan ji bo jinûveavakirina Kobanê konferanseke dîrokî hat lidarxistin. Bi taybetî jî li bajarekî wekî Amedê lidarxistina konferansa avakirina Kobanê gelekî watedar e. Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê malovaniya vê konferansê kir spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim.

Her wiha saziyên Amedê ku ji bo lidarxistina Kobanê piştgirî dane, gelek sazî, rêxistin û partiyên parçeyên Kurdistanê, navneteweyî ku beşdarî konfrensê bûn, hêz dan konferansê em ji wan re spas dikin. Di vê konferansê de ez jî wekî her kurdek gelek bi kelecan bûm. Ji ber vê dixwazim di nivîsa xwe de behsa konferansê bikim.

Di berxwedana Kobanê de ji her çar aliyê Kurdistanê ciwanan cih girt û şehîd ketin. Yekitiya herî mezin şehîdên Kobanê ava kirin. Bi berxwedana Kobanê li ser sînor gelê kurd nobet girt û çavên wan li Kobanê bûn û berxwedana Kobanê jiyan. Ji her çar aliyên Kurdistanê meş û serhildan ji bo Kobanê çêbûn. Di encama vê yekitî û berxwedanê de di aliyê siyasî û dîplomasî ve jî bala cîhanê kişand ser xwe.

Ev ji bo gelê kurd destkeftiyek gelek mezin bû. Ji bo înşayê piştgiriya heta niha çêbû piştgiriyeke girîng e. Bandora berxwedana Kobanê hem di warê neteweyî, navneteweyî, hem di warê siyaseta rojavayê Kurdistanê de di warê dîplomasiya Rojava de serkeftinên mezin ava kirin, gelek derî hatin vekirin. Konferansa Jinûveavakirina Kobanê encama berxwedan û serkeftina Kobanê bû. Di berxwedan û jinûveavakirina Kobanê de cara yekemîn e ku em weke gelê kurd hatin cem hev. Konferans ji bo gelê kurd di asta konferansa neteweyî de bû û yekemîn konferansa neteweyî ji bo bajarê Kobanê pêk hat.

Di dîroka gelê kurd de gelek komkujî, Enfal, Helepçe çêbûn gelek bajarên kurdan hatin xirabkirin lê cara yekemîn e ji bo bajarekî xwe ji çar aliyên Kurdistanê delegasyon hatine cem hev. Gelê kurd gelek êş kişandin, gelek caran hat qetilkirin, gund û bajarên wan hatine şewitandin û wêrankirin, ev konferans ji bo bi hevgirtina gel avakirina bajarekî mînakeke girîng e.

Bi vê konferansê derket holê ku em dikarin di warê neteweyî û bi hêza xwe biryarên hevbeş bigirin, xebatên hevbeş bimeşînin. Em dikarin êdî bi hamleyeke neteweyî, kurdistanî biryarên ku di vê konferansê de ji bo avakirina Kobanê hatine wergirtin pêk bînin û ev yek hêzeke mezin dide mirov.

Tevlibûna konferansê hem di warê siyasî, sazî, rêxistinî, karsazî û kesayetiyên ku em bêjin temsîla rêxistinan dikin ên çar parçeyên Kurdistanê bi rastî tevlibûneke pir berfireh bû. Temsîla jinan di konferansê de derket pêş. Ev pir girîng bû. Ev konferans ji bo em bikaribin hem bandora berxwedana Kobanê di warê siyasî û neteweyî de binirxînin û hem jî nêrîneke hevbeş derkeve ji gelek aliyan ve hêjayî nirxandinê ye. Xala esasî ew e ku em ê li gorî paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk vî bajarî çawa ava bikin.

Ji bo ev berxwedana dîrokî neyê jibîrkirin û her tim di bîra me de bimîne pêwîst e beşeke Kobanê bibe muze, da ku ev muze bibe malê tevahiya gel û neteweya kurd û mirovahiyê. Divê ji bo jinûveavakirinê li her derê kampanyayeke neteweyî were destpêkirin. Li her bajarekî gundekî Kurdistanê, her mirovekî kurd kesayetiyekî kurd piştgirî bide jinûveavakirina Kobanê û bi keda xwe tevli înşayê bibin. Yanê çawa ku di berxwedana Kobanê de keda hemû kurdan, gelan hebû, divê di avakirina Kobanê de her kurdek keda xwe bixe nava avakirina Kobanê. Ev biryarekî gelekî girîng bû… (Dê bidome)

Jêder: Azadiya Welat