Hemwilatiyekî Kurd piştî 18 meh zindan, bi yêk sal hikmê helawîsî hat mehkûm kirin

18:27 - 31 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: hemwilatiyekî Kurd, xelkê bajarê Sinê, piştî derbas kirina yêk sal û nîw zîndan, di dema azadkirinê de yêk sal hikmê helawîsî bo heyamê 5 salan jêre hat dayîn.
Pêka rapora nûçegehaniya Zêrevanî a Mafê Mirov a Kurdistanê, Mihemed Qewamî, çalakê siyasî ji aliyê tayê dûhem yê Dadgeha Şoreşa Îslamî a Sinê bi yêk sal hikmê helawîsî ku bo heyamê 5 salan e, hat mehkum kirin.
Navbirî pêştir di meha rêbendana 1387 a rojî de, sê mehan di hepsîxanê de bûye ku bi dana wesîqeya 50 milyon temenî li zîndanê hatiye azad krin û piştre bi 28 meh zîndana “tezîrî” hatye mehkûm kirin ku heyamê sal û nîwek ji wî hikmî di zîndanê de bûye.
Qewamî ku heyamek berî niha piştî al û nîwek zîndan hat azad kirin, ji aliyê tayê çaran ya Dadgeha pêregehîştinê salek cezayê helawîsî bo heyamê 5 salan jêre hatiye dayîn.