Hemwelatiyekî Belûç bûye armanca guleyên çekdarên Komara Îslamî

14:27 - 16 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Li rêya Çabehar-Nêyşêker a ser bi parêzgeha belûçistanê, tirumbêla hemwelatiyekî Belûç bûye armanca teqeya hêzên ewlehî ên Komara Îslamî ya Îranê û di encam de ew canê xwe jidest daye.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa yê di videoyekî de belav kir ku, hêzên ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê li parêzgeha Belûçistanê, teqe li tirumbêla hemwelatiyekî Belûç kirin û di encam de wî canê xwe jidest da.

Nûçegihanê Kurdpayê di vê derheqê de ragehand ku, tirumbêla wî hemwelatiyê Belûç, bi tawana hilgirtina barê “Şekir” bûye armanca gulleya hêzên ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê.

Çavkaniyên derdorê dibêjin ku ew hemwelatiyê Belûç bona peydakirina nanê rojê, û têrkirina jin û zarokên xwe, çend telîsên Şekir li tirumbêla xwe bar kiribûn, lê mixabin digel guleyên hêzên rejîmê berbirû bû û canê xwe jidest da.

Eva di demekî de ye ku li parêzgehên Kurdistanê jî, bi tawana qaçaxa kelûpelan û bona birsî ragirtina xelkê û belavkirina tirs û xofa di nava Kurdistanê de, rojane hemwelatiyên Kurd dibine armanca gulleyên hêzên ewlehiya Komara Îslamî û canê xwe jidest didin.

Eva di demekî de ye ku tê gortin qaçaxçiyên sereke di nava Îranê de rayedarên Komara Îslamî ya Îranê û bitaybet hêzên ewlekariyê û liserweyî hemûyan Sipaha pasdaran in.